Li Diyarbekirê Konferansa Aştiyê tê lidarxistin
Yekîtiya Nivîskarên Navdewdewletî (PEN) li Diyarbekirê Konferansa Aştiyê li dar dixe. Mijara konferansê, şer û pevçûnên li Bakur û aştî ye. Serokê PEN a Kurdî Şêxmus Sefer di axaftina destpêkê de got, divê ji bo zarokên xwe û mirovahiyê em aştiyê bi dengekî bilindtir bînin ziman.
K24 – Diyarbekir

Konferansa bi navê “Aştî, çawa û ji bo kê?” ji aliyê PEN a navdewletî, PEN a Tirkiyê û PEN a Kurdî ve li Diyarbekirê di hola Yekitiya Jûrên Sinetkar û Esnafên Diyarbekirê hat saz kirin. Ji Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê hejmareke kesayetên naskirî yên weke, Seroka PEN a Tirkiyê Zeynep Oral, Alikarê Serokê PEN a Navdewletî Eugene Schoulgin, Serokê Komîsyona Aştiyê yê PENê Tone Persak, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Firat Anlî, Rojnamevan Can Dundar, Profesor Doktor Abbas Welî, nivîskar, rewşenbîr û hejmareke xelk beşdarî konferansê bûn.
Seroka PEN a Tirkiyê Rojnamevan Zeynep Oral’ê got; “Dewlet nikare bi tûndiyê pirsgirêkan çareser bike.”
Hevşaredar Firat Anli jî got; “Şer û pevçûnên li herêmê li ber çavên me hemûyan qewimîn û berpirsiyariya herkesê li hemberî kuştinan heye.”
Alikarê Serokê PEN a Navdewletî Eugene Schoulgin jî wiha axivî: “Divê nivîskar jî ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bînin cih.”
Xanima Serokê Baroya Diyarbekirê yê Berê Tahîr Elçî, Turkan Elçî jî nameya aştiyê xwend û got; “Ji asîmanan mirin bariya, dayikan cenazeyên zarokên xwe di sarincan de veşartin, Tahîr Elçî hat kuştin, dengê kesekî xwedîwijdan hat birîn.”
Dê Konferan sibe bi xwendina encamnameyekê bi dawî bibe.