Amerîka 250 leşkerî dişîne Sûriyê
Sala borî jî, bi armanca piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) di şerê li dijî DAIŞê 50 leşkerên taybet şandibûne Rojavayê Kurdistanê, bi vê yekê hêza taybet a Amerîkayê li wî welatî giheşte 300 leşkerî.
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsekekî leşkerî yê Amerîkayê ragehand ku, bi armanca şerê li dijî DAIŞê Serokê wî welatî Barak Obama dê 250 leşkerî bişîne Sûriyê ku,hejmara hêza wê ya taybet li wê deverê bigehe 300 leşkerî.
li gor ajansa "France Preese" wî perbirsê leşkerî yê Amerîkayê aşkere kir ku, Serokê Amerîkayê Barak Obama şandina wê hêza wê îro, di gotarekê de li Almanyayê rabgehîne.
Berî niha rojnameya "Wall Street" di raporeka xwe de aşkere kirbû ku, bi armanca şerê li dijî DAIŞê û têkbirina wê Amerîka pilanên wê hene hêza xwe ya teybet li Sûriyê zêdetir bike.