Tirkiye hêjmara leşkerên xwe li Bakûrê Kurdistanê zêde dike

Hê jî li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê, navçeya Gever ya Colemêrgê û li navenda parêzgeha Şirnexê qedexeya derketina derve didome.

K24-Navenda nûçeyan

Tirkiye hêjmara polîs û leşkerên xwe yên li 5 bajarên Bakûrê Kurdistanê dû qat zêde dike.

Bi hatina biharê re û berfirehbûna şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê yên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de, Tirkiyê biryar girt ku hêjmara polîs û leşkerên xwe yên li bajar û bajarokên bakûrê Kurdistanê zêde bike.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê 20 hezar leşker şand bajarên weke; Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Agirî û Dêrsimê. Herwiha wê hêjmara polîs û hêzên taybet jî bigihîne 40 hezarî.

Hê jî li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê, navçeya Gever ya Colemêrgê û li navenda parêzgeha Şirnexê qedexeya derketina derve didome.