Qaymeqam ê Qeladizê sê pêşnîyazan dide hikumetê

Di rêresmekê de li salveger a burdûman a 1974 a Qeladizê, ji alîyê rijêm a Beis a heriftî, qymeqam ê Qeladizê bi merem a avedankirin a Dever a Pişderê, pêşnîyazek bo hikumet aKurdistanê kir.

K24- Qledizê

Di rêresmekê de li salveger a burdûman a 1974 a Qeladizê, ji alîyê rijêm a Beis a heriftî, qymeqam ê Qeladizê bi merem a avedankirin a Dever a Pişderê, pêşnîyazek bo hikumet aKurdistanê kir.

Di rêresmê de Bekir Bayîz, qaymeqam ê Qeladizê, got: Pêşnîyaz dikin bo hikumet a Herêm a Kurdistanê, bi merem a zêdetir avedankirin a Pişderê û baştir xizmetkirin a xelk ê wê deverê, girngîyê bi her van sê pirojeyan bide: Dûsayîdkirin a rê ya Jarawe- Derben, pêşxistin a Facelt a Ziman li Qeladizê û vekirin a derazînk a Kêlê bi fermî wek derazînekek a nêvdewletî.

Di nav qewşen a mêhvanan de, Mehmûd Mela Salih, wezîr ê karûbar ê şehîdan û enfalkirîyan amade bibû. Nûçegihan ê Kurdistan 24 li ser pirs a peşkevtkirin a mûçe yên şehîdan û enfalkirîyan û dawîkevtion a mûçe yên wan pirsî.

Wezîr ê karûbar ên şehîdan û enfalkirîyan got: Nerzîne û dibêjin mûçe gîrokirn, gîrokirin a wê peywendî bi wezaret a darayê ve heye û xişte weha hatîye danan.

Mehmûd Mela Salih got jî: Yek dînar ji kesûkar ên Şehîdan, Enfal û zîndanî yên sîyasî nehatîye kêm kirin.

Qeladizê navend a deşt a Bêtwên û Pişderê ye û ser bi parêzgeh a Silêmanîyê ye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/39ebaf3f-afd0-4896-a0e8-2e477af76b6c/yadi%20qeladze%20-%20qeladze.ism/manifest