Artêşa Tirkiyê li ser sînor 4 Kurd birîndar kirin
Berî niha jî Artêşa Tirkiyê, du welatiyên bajarê Efrînê dema ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê hatin girtin û işkencekirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê dema çar welatiyên Kurd dema ku, dixwestin ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakur bibin bi guleyan birîndar kirin.
Derbarê vê bûyerê welatiyên navçeya Raco ya ser bi bajarê Efrînê ragehandin ku, welatiyê bi navê Mihmed Nasir temenê wî 32sale, Amir Dexîl, Idrîs Umer û Reşîd Şêxo dema ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin rastî guleyên artêşa Tirkiyê bûn.
Welatiyên wê navçeyên da zanîn ku, guleyên Artêşa Tirkiyê li piyên wan kesan ketin, piştî wê jî birîndar hatin veguheztin bo nexweşxaneya Aferîn ya bajarê Efrînê û li wi birîna wan hate dermankirin.
Berî niha jî Artêşa Tirkiyê, du welatiyên bajarê Efrînê dema ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê hatin girtin û işkencekirin.