Cemîl Bayk: Hêriş ên xwe bo ser Turkîyayê dê zêde bikin
Cemîl bayk, hevserok ê Kom a Civak ê Kurdistanê (KCK)di çavpêkevtinekê de li gel kenal BBC ya Birîtanîyayî, ragehand: Ew dê hêriş xwe bo ser Turkîyayê zêde bikin, wek bersivek bo hewl ên hukumet a Enqereyê ku nekare çekan bi PKK bidane.
K24- Hewlêr
Cemîl bayk, hevserok ê Kom a Civak ê Kurdistanê (KCK)di çavpêkevtinekê de li gel kenal BBC ya Birîtanîyayî, ragehand: Ew dê hêriş xwe bo ser Turkîyayê zêde bikin, wek bersivek bo hewl ên hukumet a Enqereyê ku nekare çekan bi PKK bidane.
Cemîl bayek, Hevserok ê KCKyê, got: Me tim tekez kirîye ku ew arîşetenê bi danûstandinan nahê çareserkirin û niha jî me her ew nerîn heye, lê eger weha bizanin ku Kurd ji batî danûstandinan dê çekan dane, ev her nabe.
Li ser wê yekê ka PKK daxwaz ê ji tevger a Baz ên Azadî ya Kurdistanê (TAK) dike, hêriş ên xwe di nav bajar ên Kurdistanê û Turkîyayê biragire, heya ku çi yê din xelk ê sivîl nebin qurbanî, Cemîl Bayk, dibêje: Li bajar ên Kurdî, kavilkarî heye û xelk ê sivîl dihê kujtin û kultûr a wan dihê ji navbirin û bi hezaran kes hatîne naçarkirin derbider bibin, eger TAK bi eger a evê rewşê, hêrş ên xwe encam bidin, xelk dê hevsuz be li gel wan.
Li ser peywendî yên PKK û Çemerîkayê, Bayk got: Ev peywendî li şûn a wê ku nav ê wê bikî oeywendî ya narastexwe, dikarî jê re bibêjî peywedî ya rastexwe, çunku hemû kes dizane hêz ên me berenagarî Daişê dibe û bo me ne arîşe ye me peywendî li gel Emerîkayê yan her alîyek din hebe.
Herweha got: Em kuştin a xelk ên sîvîl şermezar dikîn, em kûştin a xelk ê sîvîl bi karek ê şaş dizanîn, dibe hêriş bihê kirin bo ser serbazan ji bo ku ev şerre.
Heya dihê şerr û pêkdadan di navber a PKK û Turkîyayê zêde dibe û ûmêd a aştîçyê lawaz dibe û niha Enqere û Qendîl li ser xal kokin; ew jî ewe ku hîç alî amade nîne şerrî biragirin û vegerin bo pirose ya aştîyê.