Li Nisêbînê di teqînekê de leşkerekî Tirk canê xwe jidest da
Li Nisêbîna Mêrdînê di encamê teqandina bombeyê de leşkerekî canê xwe ji dest da 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Nisêbîna Mêrdînê di encamê teqandina bombeyê de leşkerekî canê xwe ji dest da 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
Di operasyonên Nisêbînê de pevçûnên dijwar rû didin. îro êvarê li Taxa Yenîşehîrê leşkerên Artêşa Tirkiyê, xwastin di malekê de lêgerînê bikin. Teqameniyên ku berê di avahiyê de hatibûn bicihkirin, hatin teqandin.
Di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
Vê sibê jî, di encamê êrişên roket û teqînên taxên EbdulqadirPaşa û Dîcleyê yên Nisêbînê de 2 serbazan canê xwe ji dest dabûn.