Li Qamişlo hîn metirsî binpêkirina agirbestê heye
Piştî agirbest li Qamişlo hate ragihandin, tevger û lebat vedgere Bazara Qamişlo, lê ji metirsiya ne binpêkirina xalên rêkeftina ku di navbera rêjîm û Rêveberiya Xweser de hatiye îmzekirin, welatiyên deverê bi tirs tevgerê dikin.
K24 – Qamişlo
Piştî agirbest li Qamişlo hate ragihandin, tevger û lebat vedgere Bazara Qamişlo, lê ji metirsiya ne binpêkirina xalên rêkeftina ku di navbera rêjîm û Rêveberiya Xweser de hatiye îmzekirin, welatiyên deverê bi tirs tevgerê dikin.
Xwedyê dikanên ku li çargoşeya ewlehî dimînin, di dema şer de nêzî 8 demjimêran asê mabûne, ji bilî ziyanên madî ku di encama şer de gihiştine dikanên wan. Dikandar Mihemed ji K24ê re dibêje: “Gule avêtine me û em li vir asê man, paşê em rizgar bûn, ziyan gihiştin dikan û keblê eletrîk û telefonan, nêzî 6 -7 demjimêran xelk di dikanan de asê man.”
Welatiyên deverê kêfxweşiya xwe diyar kirin ku ziyanên madî kêmbûn. Herweha dizî û talanên mîna bûyerên sala 2004an, ne hatine dubare kirin.
Welatiyê bi navê Ebdilwehab Muhemed jî dibêle: “Kesên îro hatine bazarê rêjeya wan ji sedî 40 e, lê belê da ku dikanên xwe kontrol bikin û pirsyariya cîranên derdorên xwe bikin. Tiştê ku bi serê milet hatiye bes e. Em naxwazin zêde qurbaniyan bidin. Êdî xelk nema dikare vî barî hilgire.”
Welateyeke din bi navê Fatima jî dibêje: “Metirsî nîn e. Ez hatime kelûpelên bûkaniyê ji keça xwe re bikirim. Tiştekî xerab nemaye û xelkên ku ji malên xwe koçber bûne, bila vegerin malên xwe.”
Welatiyên deverê tekez dikin ku tevlî agirbesta hatiye ragihandin, piraniya keresteyên pêwîst nayin peydakirin. Herweha hejmarek ji malbatên ku koçberî ji derveyî bajêr bûbûn, ji metirsiya vegera şer û pevçûnan hîn venegeriyane malên xwe.