Li Silêman Beg Pûşmerge nehêla karwanek a Heşd a Şeibî bigehe Xurmatû

Karwanek a mîlîşya yên Heşd a Şeibî ji Bexdayê ve ber bi Xûrmatûyê dihatin û hêz a Pêşmerge jî rê nedan ew karwan ji Silêman Beg bigehe Xurmatû.

K24: Xurmatû

Karwanek a mîlîşya yên Heşd a Şeibî ji Bexdayê ve ber bi Xûrmatûyê dihatin û hêz a Pêşmerge jî rê nedan ew karwan ji Silêman Beg bigehe Xurmatû.

Şerr û pêkdadan li Xurmatû heya duhî jî berdewam bûye û Pêşmerge yên xwebexş rijtin li ser bersivdan a Heşd a Şeibî.

Nûçegihanê Kurdistan 24 ji Silêman Beg ragehand, rê girtin ji wê karwan a Heşd a Şeibî ku bigehe Xurmatû û got: Hêz a Pêşmerge dibêjin rê hatine girtin û nekarin bigehin Xurmatû.

Herweha nûçegihanê me dibêje: Karwaneka Heşd a Şeibî ji Bexdayê ve ber bi Xurmatû hatine, lê Hêz a Pêşmerge  rê ji wê Karwanê girtîye û nehîlaye bigehin Xurmatû û naçarbûne vegerin Slêman Beg ku dû salin danîşvan ên wê ew bajarok çol kirine û vala maye.

Li gor zanyarî yên Kurdistan 24, heya niha ew karwan negehiştine deverê û şev a bûrî hê zên xwebexş ên Pêşmerge , ku piranî ya wan ew xortin ew ên divên dumahîyê bi wê rewş a naram a bajarok ê xwe bihînin û daxwaz a derkirin a Heşd a Şeibî dikin.

Li gor zanyarîyan ji encam a şer û pêkdadan ên duî 20 çekdar ên Heşd a şeibî hatine kuştin û birîndarkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/65889ded-50dc-40e7-b500-f006524b79b2/harem.ism/manifest