Senatorekî Amerîkî piştevaniya şandina 250 leşkerî bo Sûriyê dike

Duh, Serokê Amerîkayê Barak Obama biryar da ku, 250 leşker yên hêz taybet bişîne Sûriyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Senatorê Amerîkayê ku, hevrikiyê di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de dike Bernîe Sanders piştevaniya xwe di biryara Serokê Amerîkayê Barak Obama bi şandina 250 leşkerî bo Sûriyê ragehand.

Derbar vê mijarê de Sinatorê Amerîkayê ku, hevrikiyê di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de dike Bernîe Sanders di kongireyekî rojnamevanî de piştevaniya xwe ji biryara Serokê Amerîkayê Barak Obama kir.

Wî sînatorî tekez kir ku, şandina wê hêzê dê serkeftinên li dijî DAIŞê li wî welatî zêdetir bike, herwiha perwerdeya hêza hevpeymanên Amerîkayê bike, daku rêgiriyê li pêşiya DAIŞê bigrin û paşve bixin.

Ji aliyê xwe bibijêra Demokratiyan bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Hilllary Kilnton berî niha ragehandibû ku, ew hêz dê alîkariya hêzên navxweyî li ser erdê di şerê li dijî DAIŞê de bike.

Duh, Serokê Amerîkayê Barak Obama biryar da ku, 250 leşker yên hêz taybet bişîne Sûriyê.