Opozîsyon û HSD pêşwaziya biryara Obama kirin

Ev ne cara yekemîne ku, Amerîkayê hêzêke taybet bo Sûriyê dişîne, di sala 2015an jî Amerîkayê 50 leşkerên hêza taybet bo piştevaniya hevpeymanên xwe şandibûne Rojavayê Kurdistanê.

K24-Navenda Nûçeyan

Opzîsyona Sûriyê û Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) pêşwaziya biryara Amerîkayê bi şandina hêzeke leşkerî ya taybet bo Sûriyê kirin, herwiha bi geveke giring binavkirin.

Duh, Serokê Amerîkayê Barak Obama di kongreyekî rojnamevanî de li Almanyayê biryar şandina 250 leşkerên hêza taybet bû Sûriyê da.

Biryara Obama karvedanên cor bicor li pey xwe anîn, Opozîsyona Sûriyê li ser zarê Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinan Salim El-Mislit di daxuyaniyekê de wiha got: "Ev gaveke giring e, lê kiryarên terorî li Sûriyê bi dawî nabe eger rjîma wî welatî bi serokatiya Esed neyê ruxandin."

Ji aliyê Xwe ve Berdevê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) Telal Silo I K24ê re ragehand ku, HSD û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) beşekî serkene ji Hevpeymaniya Navdewletî ne, şandina hêzeke taybet gavekî başe di şerê li dijî DAIŞê.

Ev ne cara yekemîne ku, Amerîkayê hêzêke taybet  bo Sûriyê dişîne, di sala 2015an jî Amerîkayê 50 leşkerên hêza taybet bo piştevaniya hevpeymanên xwe şandibûne Rojavayê Kurdistanê.