Berpirsek ê YNK: Çarenivîs a Xurmatû bi hêz yek alî dibe
Cêgirê berpirs ê Melbend a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê li Xuramtû, Hesen Baram bi Kurdistan24 ragehand, Heşd a Şeibî hewl dide hevwelatî yên Kurd li Xurmatû ji nav bibe.
K24- Xurmatû
Cêgirê berpirs ê Melbend a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê li Xuramtû, Hesen Baram bi Kurdistan24 ragehand, Heşd a Şeibî hewl dide hevwelatî yên Kurd li Xurmatû ji nav bibe.
Ev berpirs ê YNKyê bi vajî ya berpirs ên dî yên partî ya xwe ku daxwaz a rêkkevtinê dikin li gel Heşd a Şeibî, ragehand: Ev pirs bi hêz yek alî nabe.
Hesen Baram ragehand jî: Me guman ji nîyet û nîyaz ên Heşd a Şeibî heye, çunku wan rojane çek ên girantir ji wan re dihên.
Got jî: Ew mirov kujin û hemû rêkkevtinan pêşêl dikin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku li 25/ Nîsan/2016, 15 otombîl ên ser bi Heşd a Şeibî vîyane bihên di nav Xurmatûyê de, lê Pêşmergeyan rê nedane.
Li ser Kombûn a di navber a Necmedîn Kerîm, parêzgar ê Kerkûkê û Hadî Amirî fermande yê Heşd a Şeibî ku birayre evro bihê encamdan, cêgir ê berpis ê Melbend a YNKyê ragehand: Eger Heşd a Şeibî ji Xurmatû nederkeve, kombûnê çi encam nabe.
Herweha got: Em xwe bi xwedî mal dizanîn, hêvîdarîn arîşe çareser bi aştîyane çareser bibe.
Her li ser hatin a çekdar ên bîyanî bo şerkirinê dijî Pêşmerge, rojname ya Şerqul Ewset, aşker a kirîye ku çekdar ên Îran û Hizbûllah a Lubnanî , xwe gehandine Xurmatû daku şerr ê Pêşmerge bikin. Hesen Baram li ser evê mijar ê got: li gor zanyarî yên dezgeh ên saloxvanîyê, Turkman ên Şîe têdene ewan divên me nehêlin, nekarim bêzjm çekdar ên bîyanî hatine, lê ew bi çek ên giran û pêşkevtî û cor ên taybetî yêîn çekan bikar dihînin, ku niha li ba me dçîyar nîne çi cor ên çekane lew me maf ê meye me guman hebe.
Li ser kombun a ku evro biryare bihê encamdan di navber a Necmedîn Kerîm û Hadî Amirî de, ev berpirs ê YNKyê got: Merc a me ewe divê axivtin ên xwe bikîn, eger hêz ên Kurdî, biryar ê li ser maf ê Xurmatû nedin, em wek xelk ê Xurmatû dê axivtin ên xwe bikin. Lê em dixwazîn hêz ên Pêşmerge bi hawar a me bihên. Dûv re jî ez wek hevwelatîyek bawer nakem evê kombûnê çi encam hebe û ev arîşe bi hêz yek alî dike.