Danîşvan ên resen ên Xurmatû koçber dibin

Nûçegihan ê Kurdistan24 li bajarok a Xurmatû ragehand: Bi eger a şerr û pêkdadan ve, hevwelatî yên Kurd ên danîşvan ên Xurmatû ber bi dever ên aram çûne û pişkek ji xort û Pêşmergeyan vemane bo berevanîyê ji mal ên xwe.

K24- Xurmatû

Nûçegihan ê Kurdistan24 li bajarok a Xurmatû ragehand: Bi eger a şerr û pêkdadan ve, hevwelatî yên Kurd ên danîşvan ên Xurmatû ber bi dever ên aram çûne û pişkek ji xort û Pêşmergeyan vemane bo berevanîyê ji mal ên xwe.

Li gor zanyarîyan kurdistan 24, duhî li Xurmatû, dû hevwelatî şehîd bûne û şeş din jî birîndar bûne ji encam bûrdûman a çekdar ên Heşd a Şeibî bo ser tax ên Kurdî.

Ew jî xuya kir, ku bi eger abûrdûman a çekdar ên Heşd a Şeibî, danîşvan ên resen ên bajarokê ku hevwelatî yên Kurdin derbider bûne û ber bi Kerkûkê û dever ên aram ên derdor ên Xurmatû revîyane û pişkek kêm ji hevwelatîyan li bajar mane.

Amaje bi wê yekê jî kir ku xort û Pêşmerge yên xwebexş mane û kesûkar, zaro û jin ji bajar dûrkirine.

Duhî şerr li Xuramtû  despêkireve û çekdar ên Heşd a şeibî çar gulle Hawin araste yê tax ên Kurddî kirin li bajarî û bi eger a wê dû hevwelatî şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Her di vê çarçoveyê de Ehmed Şêx Lengerî, bwerpirs ê dever a Partî ya Dîmûkrat a Kurdistanê li Xurmatû bi Kurdistan24 ragehand: Çekdar ên Heşd a Şeibî divên  ewan deveran vegirînin ku li çend roj ên bûrî ji dest dabûn.

Agirbest a şev a bûrî di navber a Hadî Amirî, fermandar ê Heşd a Şeibî û Necmedîn Kerîm, Parêzgar ê Kerkûkê, kevtîye ber metirsî ya yekcarî. Şev a bûrî jî dû hevwelatî yên Kurd birîndar bûn bi eger a teqe yên çekdar ên Heşdê.

Duhî di encam a pelamar ên Heşd a Şeibî, hijamrek a efser û fermandar ên hêz a Pêşmerge bi Qennasê hatin hingavtin û şehîd bûn û piştî pêkdadan ên di navber a Pêşmerge û Heşd a Şeibî, Hadî Amirî, serdan a bajarok a Xurmatû kir û ji alîyê parêzgar ê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm û hijmarek a fermandar ên Pêşmergeyan hat pêşwazîkirin.

Pêşwazîkirin a berpirs ên Kurd li şand a Heşd a Şeibî bûye eger a nerazîbûn a pişkek ji hevwelatî yên Kurd û di tor ên civakî de serzenişt a şêwaz a pêşwazîkirinê ji Hadî Amirî kirin.