Yawer: Xurmatûyê pêdivî bi Heşd a Şeibî nîne
Emîndar ê Giştî yê Wezaret a Pêşmerge, ragehand: Xurmatû pêdivî bi Heşd a Şeibî nîne, Daiş li derve yê Xurmatûyê ye, lew divê bo berengarîbûn a Daişê biçin derve yê Xurmatû.
K24- Hewlêr
Emîndar ê Giştî yê Wezaret a Pêşmerge, ragehand: Xurmatû pêdivî bi Heşd a Şeibî nîne, Daiş li derve yê Xurmatûyê ye, lew divê bo berengarîbûn a Daişê biçin derve yê Xurmatû.
Cabar yawer Emîndar ê Giştî yê Wezaret a Pêşmerge, di dem a pişikdarî ya xwe de li pirogram ê Behs a Rêjê li Kurdistan 24, ragehand: Navend a Bajar ê Xurmatû pêdivî bi Heşd a Şeibî nîne. Serban û xanî yên hevwelatîyan bibe bingeh û baregeh ên serbazî, çawa dibe? Dijmin ê me Daişe, Daiş jî li derve yê Xuramtû ye.
Got jî: Bo rûbirûbûnê li gel Daişê, xîçek a dîrkirî heye bo berevanîyê. Li ser wê xîç a berevanîyê, hêz ên Pêşmerge li gel hêz ên din ên paraztin a Herêm a Kurdistanê hatine belavkirin. Hêzek a dî ya çekdar bihê deverê bo şerr ê Daişê, divê biçin derve yê bajar, daku bi hev re şerr ê Daişê bikin û bikarîn Daişê li dever ên derdûrî Xurmatû dûr bixin û deveran ji wan pakij bikîn.
Cebar Yawer amaje bi wê yekê kir: Hebûn a evan hemû bingeh û baregehan di nav bajar de, dîyarokeke ku nahê guncan li gel kawdan ên navend a ba qezaayek a mezin. Ev bûye arîşeyek û çend carin şerr û pêkdadan di nav xurmatû de rû didin.
Li sal a 2014 ji alî yên berpirs ên Şîe li Îraqê bi bîyanû ya Şerr ê Daişê Heşd a Şeibî li Xurmatû hat cihgîrkirin, ji wê demê ve heya niha gelek caran şerr û alozî di navber a hêz ên Pêşmerge û Heşd a Şeibî de rû dane û li 23yê evê mehê jî carek a din şerr di navber a wan de li xurmatû dest pêkir.