Sefîn Dizeyî: Eger hizr bikin xwîn a Kurdan herzane, ew şaşin

Gotebêj ê hikumet a Herêm a Kurdistanê ragehand ku ew wek hikumet a Herêm a Kurdistanê bêdeng nebûne ji rewş a Xurmatûyê û ew alîgir ên şerr û tundûtîjîyan nîne, lê eger xelkek ê bivê zîyanê bigehîne xelk ê Kurdistanê ew şaşin.

K24- Hewlêr

Gotebêj ê hikumet a Herêm a Kurdistanê ragehand ku ew wek hikumet a Herêm a Kurdistanê bêdeng nebûne ji rewş a Xurmatûyê û ew alîgir ên şerr û tundûtîjîyan nîne, lê eger xelkek ê bivê zîyanê bigehîne xelk ê Kurdistanê ew şaşin.

Di hevpeyvînek a taybet de bo Kurdistan24, Sefîn Dizeyî, gotebêj ê hikumet a Herêm a Kurdistanê, ragehand: Li ser bûyer ên Xurmatû, hikumet a Herêm a Kurdistanê bêdeng nebûne. Li balatirîn ast ji serokatî ya Herêm, serokatî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê û dezgeh ên din, nemaze jî li parêzgeh a Kerkûkê rolek a berçav hebûye bo aramkirin a rewşê.

Got jî: Em alîgir ê aramkirin a rewşê û nebûn a şerr û tundûtîjî ne, nemaze jî di naveber a hêz ên Kurdî û Şîeyan. Çunku me dîrokek a hevpişik heye û me xebat bi hev re kirîye, di demekê de ku me dijminek ê hov heye û bersîng a Herêm a Kurdistanê û Îraqê girtîye, dem a wê yekê nîne em bikevîn ser can ê hevdû.

Sefîn Dizeyî, got jî: Pêdivîye hemû hewl ên xwe çirr bikîn bo rûbirûbûn a Daişê, ew arêşe yên ku hene bio danûstanidinan çareser bikîn. Lê eger xelkek weha bizane xwîn a Kurd herzane û her demek a wan bivê, dikarin zîyanê bigehînin xelk ê Kuridtanê û Hêz a Pêşmerge û dever ên Kurdistanê bibin, ew şaşin û bila çans a xwe taqî û ezmûn bikin. Ser a evê yekê jî dibe bi hêwirî û aramî arîşe bihên çareserkirin.

Got jî: Em alîgir ê wê yekê ne rewş a hêwir û aram bibe û şerr û tundûtîjî nebe.

Şev a 23 ya evê mehê şerr di navber a hêz a Pêşmerge û çekdar ên Heşd a şeibî dest pêkir û duhî êvarê jî hijmarek ji fermandar ên Pêşmerge û berpirs ên Heşd a Şeibî li Xurmatû kombûn û agirbest ragehandin, lê piştî agir bestê çend Pêşmergeyek ji alîyê Heşd a Şeibî ve hatin şehîdkirin û heya niha jî teqe li hevdû dikin û rewş a Xurmatû nearame.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/11a23451-4ffa-4113-8bca-8f2866ef0100/safin%20dzaiy.ism/manifest