Hêzeke zêde ya Tirkiyê li Kilîsê bicih bû

Tank û otombêlên roketavêj li ser sînorê navçeya Elbeylî ya Kilîsê hatin bicihkirin ku, ev navçe, hemberê herêma Bab ya Sûriyê ye û di bin destê çekdarên DAIŞ'ê de ye.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê hejmarek zêde otombêl û serbaz, ber bi bajarê Kilîsê û sînorê Sûriyê bi rê dike. Her wiha dê mûşekên nû jî li ser sînor bên bicihkirin.

Di demên dawî de, roketên ku, ji aliyê DAIŞê ve hatin avêtin li bajarê Kilîsê bûn sedema kuştina 17 kesan. Hikûmeta Tirkiyê, li gel hin bergiriyan, hejmara serbazan li ser sînorê zêde dike.

Artêşa Tirkiyê, ji duh ve alavên giran yên serbazî û leşkeran ber bi sînorê Sûriyê dişîne. Duh gelek otombêlên serbazî ji bajarê Dîlokê û bajarê rojavayê Tirkiyê Edîrneyê gelek alav û otombêlên serbazî ber bi sînorê Sûriyê bi rê ketin.

Tank û otombêlên roketavêj li ser sînorê navçeya Elbeylî ya Kilîsê hatin bicihkirin ku, ev navçe, hemberê herêma Bab ya Sûriyê ye û di bin destê çekdarên DAIŞ'ê de ye.