Barzanî li ser rûdan ên Xurmatûyê peyamek belav kir
Serok ê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Brazanî, evro Sêşembîyê, peyamek belavkir, li ser şer û pêkdadan ên di navber a Pêşmege û mîlîşya yên Heşd a Şeibî li Xurmatû, têde ragehand: gelek aşkera ye ku hinek kes û alî berê jî çavkanî yên arîşe û fitneyan bûne, niha li jêr nav ên nû ve dest ên wan divenan arîşe û fitne û fitnekarîyê de hene û divên şerr û dûberekîyê di navber axelk ê deverî pêkhateyan durist bikin.
K24- Hewlêr

Brazanî di peyam a xwe de dibêje: Bi daxek a mezin ve ji encam a wan bûyeran hijmarek a Hevwelatî û Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, serxweşîyê li kesûkar ên Şerhîdan dikim û hêvî ya çakvebûnê jî bo birîndaran dixwazim, daxwaz ji berpirs û fermandar Pêşmerge dikim ku li gel aqilmend ên nav Heşdê, ew ên ku dijî fitneyê ne, bikevin dîyalog û rawêjan daku rê ji wwan kesan bihê girtin ewên divên agir ê şerr û fitneyê hilkin û tenahî ya xelkê û pêkahete yên deverê têk bidin.
Serok ê Herêm a Kursdistanê amaje dike ku: Pêdivîye hêz a Pêşmerge ya Kurdistanê berevanîyê ji xelkê dever ê bike û rê jî ji hemû destdirêjîyekê bigre bo ser mal û mulk ên hevwelatîyan û danîşvan ên Xuramtû.
Ev di demekê de ye çend rojin şerr û pêkdadan demdemde di navber a hêz a Pêşmerge û çekdar ên Heşd a Şeibî li bbajarok a Xurmatû berdewame û heya niha hijmarek a Pêşmergeyan û hevwelatî yên Kurd şehîdû birîndar bûne. Di benaber da çekdar ên Heşd aŞeibî jî hiujmarek a Kuştî û birîndar hene.