Asayîşa Rojavayê nasnameya 12 endamên xwe aşkere dike
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê raghand ku 12 endamên wan di şerê Qamişlo de şehîd bûn.

K24 – Qamişlo
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê raghand ku 12 endamên wan di şerê Qamişlo de şehîd bûn.
Di daxuyaniyeke fermî de Asayîşa Rojavayê Kurdistanê nasnameya 12 endamên xwe yên ku di şerê Qamişlo de li hember rêjîma Sûriyê û alîgirên wê de şehîd bûne, aşkere kir.
Herwiha li gorî Desteya Tenduristyê ya Kantona Cizîrê, 3 endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û endamekî hêzên Parastina Civakî ligel 17 kesên sivîl di şerê Qamişlo de şehîd bûne.
Biryar e, sibe 27ê vê Nîsanê bi rêwresmên fermî şehîdên şerê Qamişlo li Goristana Delîl Saroxan bi axê bêne spartin.