Li Tirkiyê nîqaşên sekûlerîzm û rejîmê

Li Tirkiyê daxwaza Serokê Parlamentoyê Îsmaîl Kahraman ya bo destûreke olî rê li ber nîqaşên sekûlerîzmê vekir. Daxwaza Kahraman li Parlamentoya Tirkiyê bû cihê rexneyên giran û partiyên muxafetê îdia kirin ku bi van daxuyaniyan armanc ew e, Tirkiyê bi rejîmeke nû birêve biçe. Muxalefetê sekûlerîzmê wekî garantiya wekheviyê destnîşan kir û bang Serokê Parlamentoyê kirin ku îstifa bike.

K24 – Enqere

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: "Rojhilata Navîn bûye gola xwînê ma we hêj ders wernegirtine? Divê sekûlerîzm wekî amûreke siyasî neyê bikaranîn. Ez dixwazim ji Serokê parlamentoyê vê bibêjin; an ji raseriya hiqûqê, ji demokrasiyê ji azadiya çapemeniyê bawer bike an jî dev ji wê kursiya xwe berde."

HDPê Serokê Parlamentoyê bi nemesûlîbûnê sûcdar kir û diyar kir ku bi gotinên wî jiyana olî ya gel û fikra gel tên îstismarkirin. Herwiha HDPê bal kişand li ser modela partiya xwe ya azadîxwaz û sekûler û destnîşan kir ku modela wan bo hemû baweriyan jiyanê hêsan dike. 

Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yûksekdag jî got:  "Serokê Parlamentoyê li xwe mikur hat. Ew destûreke li ser bingeheke olî hatiye hûnandin dixwaze. Ava di binê kayê de xuya bû. Em ji bo mirov û mirovatiyê destûreke demokratîk dixwazin."

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî rexne li Serokê Parlamentoyê girt û got ew rast nabînin ku li ser her çar xalên pêşîyê destûrê nîqaş bêne kirin û got: “Divê Serokê Parlamentoyê ji vê şaşiya xwe vegere. Divê rê li ber wê yekê veneke ku Tirkiye ber bi bayekî din bikeve,  dive Tirkiye ber bi bîreke tarî ya ku bibe sedema îstismarkirinê neyê kaşkirin."

Her çiqasî Serokê Parlamentoyê bi gotinên xwe rê li ber nîqaşên berfireh vekiribe jî, Serokê Komisyona Destûrê û parlamenterê AKPê Mustafa Şentop destnîşan kir, ku tu xebateke wan nîn e ku sekûlerîzmê ji destûrê derxin û got di pêşniyaza partiya wan ya destûrê de jî sekûlerîzm heye.