Mesrûr Barzanî: Nabe şaşî yên berê li Musilê dûbare bibin
Duhî Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir ji Xalid Ûbeydî, wezîr ê berevanî ya Îraqê û ferîq Enwer Hemedemîn, fermandar ê Hêz ên Asamanî yên Îraqê.
K24- Hewlêr
Duhî Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir ji Xalid Ûbeydî, wezîr ê berevanî ya Îraqê û ferîq Enwer Hemedemîn, fermandar ê Hêz ên Asamanî yên Îraqê.
Di dîdarê de pêşveçûn ên asayîşî û serbazî yên dawîyê û çawanî ya hevahengîyê di navber a dezgeh ên serbazî û asayîşî yê Herêm û Bexdayê de hatin gêngeşkirin.
Di wê danîştinê de runahî xistin ser mijar a rizgarkirin a Mûsilê û wezîr ê berevanî ya Îraqê opirasyûn a rizgarkirin a Şengarê bi serkevtinek a mezin daznîn ku dê bandorek a mezin hebe li ser rizgarkirin a Mûsilê.
Her girêdayê evê mijarê rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê maje bi wê yekê da ku Herêm tenê li gel hêz ên fermî û destûrî yên Îraqê mamelê dike, çunku ev hêz nabin eger a arhandin a hestyarînî ya tayfî.
Li ser pişikdarî ya Pêşmerge jî di opirasûnê de, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, xuyakir ku Pêşmerge hêzek a karîgere li ser erdê bo rûbirûbûn a tîroristan, lew dê harîkar be bo ji navbirin a tîroristan li her deverekê ku pêdivî be. Belê Mesrûr Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku qonax a piştî rizgarkirin a Mûsilê jî bo me giringe û divê berî rizgarkirinê ruhn vebe û rêkkevtin hebe ku Pêşmerge li çi dever û xîç dê cihgîr be û çawa reveberî ya Hevseng bo evê parêzgahê dihê danan bi awaqyek ku şaşî yên berê li beranber pêkhate yên cûda yên parêzgehê dûbare nebe.
Di dîdarê de wezîr ê berevanî ya Îraqê şîyan û qehermanî ya Pêşmerge bilind nirxand û amaje bi wê yekê da ku hawkarî ya Bexdayê bo Pêşmerge ne di ast a pêdivî de bûye û hêvî xwazt asteng ên sîyasî yên pêşî ya harîkarî ya Pêşmerge bihên rakirin.