HDP daxwaz dike Barzanî nêvgîrîyê bike di navber a PKK û Turkîyayê de.

Nêner ê Partîya Dîmokratî ya Gelan(HDP) ragehand: Bo bi dawîhînan a şerr li Bakûr a Kurdistanê, daxwaz ê ji Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê dikîn, wek pêşeng û serok ê Kurd, nêvgîrîyê di navber a Partî ya Kareker ên Kurdistan(PKK)yê û hikumet a Turkîyayê de bike.

K24- Hewlêr

Nêner ê Partîya Dîmokratî ya Gelan(HDP) ragehand: Bo bi dawîhînan a şerr li Bakûr a Kurdistanê, daxwaz ê ji Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê dikîn, wek pêşeng û serok ê Kurd, nêvgîrîyê  di navber a Partî ya Kareker ên Kurdistan(PKK)yê û hikumet a Turkîyayê de bike.

Di hevpeyvînek a taybet de bo Kurdistan24, Abid Îke, nwêner ê HDPyê li Hewlêrê ragehand: Daxwazê ji Barzanî dikîn carek a din wek rolek a neteweyî û nîştîmanî, nêvgîryê di navber a Turkîyayê û PKKyê de bike. Daxwaz ji PKKyê û Turkîyayê bike evî şerrî ragirin, wek pêşeng û serok ê Kurd daxwazê ji Barzanî dikîn rol hebe daku dawî bihê li Bakûr a Kurdistanê.

Abid Îkî, got jî: Turkîya ji alîyekê divê şerr bi weste, ji alîyek a dî jî Kurd parçe paçe, talan û wêran dike.

Her li ser westandin a şerr li Bakûr a kurdistanê û rol a serok ê Herêm a Kurdistanê, Mûna Qehweçî, cêgir a serok Ê Partî ya Çaksazî û Pêşkevtin Turkumanê,  got: Daxwaz dikîn serok barzanî, destpêşxer be bo destpêkirin a pirose ya aştîyê li Turkîyayê di naqvber a PKK û hikumet a Turkîyayê.

Amaje bo wê yekê jî kir ku ev li berjewendî ya herdû alîyane, çunku hîç arîşeyek bê danûstandin çareser nabe, bi dawîhatin a evî şerrî her divê bi dîyalogû danûstandin be, di niha de jî tenê serok Barzanî dikare evê yekê encam bide.

Ev di demkê de ye, bi eger a şerr ê di navber a PKK û hikumet a Turkîyayê de li Bakûr a Kurdistanê, hijmarek a hevwelatî yên sîvîl can ên xwe ji dest dane û hijmarekê jî birîndarbûne. Pişkek mezin jî ji hevwelatîyan koçberbûne. Heya dihê rewş a Kurdistanê ne aramî ya zêdetir bi xwe ve dibîne, berê jî Ehmed Turk , sîyasetvan ê Kurd li Bakûr a Kurdistanê, her bi rê ya Kurdistan24, daxwaz ji Barzanî kiribû, carek a dî bi merm a destpêvekirin a  pirose ya aştîyê di navber a Turkîya û PKKyê de hewl ên xwe bixe kar.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/683fc716-d98b-42c5-8772-7f095c2a8728/barzani%20w%20ashti%20la%20bakur.ism/manifest