Rûsya daxwaz dike Ehrar El-Şam û Ceyş El-Islam bikevin lîsteya terorê
Tê zanîn ku, Ceyş El-Islam tevgerekî islamiye ya çekdar e, giringtirîn grûpa leşkerî ya opozîsyonê ye li Xota Rojhelat ya li derdora Şamê şerê rejîmê dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Rûsyayê daxwaz ji Encûmena Neteweyên Yekbûyî kir ku, her dû grûpên Ehrar El-Şam û Ceyş El-Islam yên ku, beşdarî di civînên Cenêvê de kirîn bikevin lîsteya terorê.
Derbarê daxwaza Rûsyayê Balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtalî Tişokîn daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku, welatê wî daxwaz ji komîteya lidjî terokê kirye ku, her dû grûpên Ehrar El-Şam û Ceyş El-Islam yên ku, beşdarî di civînên Cenêvê de kirîn bikevin lîsteya terorê.
Balyozê Rûsyayê da zanîn ku, pêwendiya wan her dû groban bi rêxistinên terorî re hene, ji wan jî DAIŞ û rêxistina El-Qaîde.
Tê zanîn ku, Ceyş El-Islam tevgerekî islamiye ya çekdar e, giringtirîn grûpa leşkerî ya opozîsyonê ye li Xota Rojhelat ya li derdora Şamê şerê rejîmê dike.