Emerîka: Pêşmerge û Heşd a Şeibî dawîyê bi nakokî yên xwe bihînin

Gotbêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê, ragehand ku çavdêrî ya rewş a Xurmatû dikin û daxwaz ji Hêz a Pêşmerge û Heşd a Şeibî dawîyê bi nakokî yên di navber a xwe de bihînin.

K24- Hewlêr

Gotbêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê, ragehand ku çavdêrî ya rewş a Xurmatû dikin û daxwaz ji Hêz a Pêşmerge û Heşd a Şeibî  dawîyê bi nakokî yên di navber a xwe de bihînin.

Di kongirek a rojnamevanî de li Waşintinê, Mark Toner, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê ragehand: Waşitin bi hûrî çavdêrî ya rewş a Xurmatû dike, daxwaz jî dikîn ku  hêz a Pêşmerge û Heşd a Şeibî hevgirtî bin û dawîyê bi nakokî yên xwe bihînin.  

Gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê, got jî: Hêz a Pêşmerge û Heşd a Şeibî, dû hêz ên karîgerin li dijî Daişê şerr dikin, lew pêdivîye bi hevgirtî, vemînin.

Ev car a yekê ye, Emerîka behs a şerr û alozî yên evê dawyê  ya bajarok a Xurmatû dike û Mark Toner, amaje bo wê yekê jî kir ku ew bi wan alozîyan nîgeranin  û daxwaz ji hemû alîyan dikin ji navbirin a Daişê armanc a serekî ya hemû alîyan be.

Ev di demekî deye li şev a 23yê evê mehê, carek a din şerr di navber  ahêz ên Pêşmerge û çekdar ên Heşd a Şeibî li Xurmatû rûda. Biryar bû duhî 26ê Nîsanê, şand a Heşd a Şeibî û Kurd kom bibin li ser şerr û alozî yên Xurmatû li parêzgeh a Kerkûkê, lê bi eger a amade nebûn a şand a Heşd a Şeibî, kombûn nehat encamdan û biryare evro kombûnê dest pê bike.