Grran: li gel PDKyê niha jî nebe deh sal ên din be her divê bi hev re danîşîn
Wek hewlekê bo ji hev nêzîkbûn a alî yên Sîyasî yên Herêm a Kurdistanê, evro şandek a bizav a Îslamî, serdan a Meko ya serekî ya Bizav a Gorranê(BG) kirin li Silêîmanîyê û di kongireyek a rojnamevanî de, Şoriş Hacî, gotebêj ê Bizav a Gorran ragehand: 10 sal ên din jî bibe, her divê li gel Partî ya Dîmukrt a Kurdistanê (PDK)yê her birûnîn.
K24- Silêmanî
Wek hewlekê bo ji hev nêzîkbûn a alî yên Sîyasî yên Herêm a Kurdistanê, evro şandek a bizav a Îslamî, serdan a Meko ya serekî ya Bizav a Gorranê(BG) kirin li Silêîmanîyê û di kongireyek a rojnamevanî de, Şoriş Hacî, gotebêj ê Bizav a Gorran ragehand: 10 sal ên din jî bibe, her divê li gel Partî ya Dîmukrt a Kurdistanê (PDK)yê her birûnîn.
Di destpêk a kongire ya rojnamevanî de, Îrfan Ebdulezîz, raber ê Bizav a Giştî ya Îslamî ragehand: Wek hêzek a sîyasê li Kurdistanê me serdan a Bizav a Gorranê kir, bo guhertin a nerînan li ser wan guherin ên ku li Kurdistan, dever û cîhanê rû didin.
Li ser pêşnîyaz wan bo BG, Îrafan Ebdûezîz, amade nebû çi zanyarîyan aşkera bike û got: Hinek axivtin hatîye kirin û da bizanîn dê çawa be, renge kombûn ên din bikin.
Behs a ewê jî kir ku ew wek Bizav a Îslamî, berê di dem a rûdan ên Silêmanî, Kelar û Qeladizê, yekem hêz bûne despêşxerî kirîne daku ew rewş mezin nebe û li gel hêz ên sîyasî yên din hewl dane, niha jî her axivtinek a xêrê bi Me re çê bibe li gel her hêzek a sîyasî Em amadene bikîn.
Di berisv a pirsyarek a nşçegihan ê Kurdistan24 li ser serdan û kombûn ên wan li gel alî yên sîyasî yên Kurdistanê, raber ê Bizav a Îslamî, got: Li gel hemû hêz ên sîyasî dê danîşîn daku li ser evê rewş a çeqîyayî li hevdû bigihêjîn û bizanîn çi bikîn heya ji vê kawdanê bi derkevîn. Nih a dijmin ên ji hemû alîyan ve şerrî bi Me re difroşin, lew pêdivîye û giringe ku navber a hêz ên sîyasî yên Kurdistanê negehe çeqîn û bestin a kawdanan.
Got jî: Pêdivîye alî yên sîyasî li gel hev danûstandinan bikin, nav mal a Kurd rêk bikin daku li beranber dijminan bi hêztir bibin.
Şoriş Hacî, gotebêj ê Bizav a Gorran(BG), li ser kombûn a wan li gel Partî ya Dîmukrt a Kurdistan (PDK)yê got: Bi nerîn a me li gel PDKyê niha jî nebe saleka dî be yan deh sal ên din be her divê bi hev re danîşîn, lew heya zûtire evan tengijeyan çareser bikin, xelk ê Kurdistanê kêmtir zîyan pê dikeve, lê wek BG, tim Me gotîye rewşek a ne saxlem çê bûye, ji encam a biryar a PDKyê, her dem a şerîyet vegerîya b o dezgeh ên Herêm a Kurdistanê, em amadeyîne behs a hemû tengijeyan bikin ku rûbirûyê xelk ê Herêm a Kurdistanê bûne.