Berpirsek ê YNKyê: Me ezmûn ên tehil hene li rêkkrvtinê li gel Heşd a Şeibî

Cêgir ê Melbend a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kudistan(YNK)yê li Xurmatû hoşdarî da ji berjengî ya bicih nekirin a rêkkevtin a di navber a Pêşmerge û Heşd a Şeibî de û dibêje: Heke ev rêkkevtin nehê bicihkirin, hemû alîyek dê hevrûşî şerr bibin.

K24- Xurmatû

Hesen Baram, Cêgir ê berpirs ê Melbend a YNKyê li Xurmatûyê, amaje bi wê yekê dike ku eger wv rêkekevtin a di navber a Pêşmerge û çekdar ên Heşd a Şeibî serkevtî nebe, carek a din danîştin û danûstandinan çi wata nabe.

Herweha got: Hêvîdarîn çi car ên din şerr çî nebe û xurmatû jî hevrûşî şerr û kavilkarîyê nevebe.

Got jî: Me ezmûnek a tehil heye ji rêkkevtinan li gel çekdar ên Heşd a Şeibî, çunku di dem a bûrî de ew pabendî rêkkevtinê nebûne û her wan hêrişkirine û yasa şikandine.

Herweha got jî: Lew  bi nerîn a min, heke ev rêkkevtine serkevtî nebe, me çi bijart ên din nîne, Em çi yê din rê nadîn xelk ê Xurmatû xwîn ji leş ê wan bihê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bfa9455a-3a50-40dc-8491-8990f0bc0b59/Hassan%20baram%201.ism/manifest