Artêşa Tirkiyê jinekê li ser sînorê Rojava bi guleyan kuştin
Di heftiya borî de jî dema ku, çar welatiyên bajarê Efrînê dixwestin ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ser destê Artêşa Tirkiyê hatin êşkence kirin.
K24-Navend aNûçeyan
Li gundê Dêrsiwan ser bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê jineka Kurd dema ku, dixwest ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bike ji aliyê Artêşa Tirkiyê bi guleyan hate kuştin.
Derbarê kuştina pizîşkekî di nexweşxaneya Aferîn ya bajarê Efrînê tekez kir ku, welatiya bi navê Nisrîn Şabo temenê wê 27 salin xelkê gundê Dêr Siwan e, ya ser bi bajarê Efrênê dema ku dixwest ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînor rastî guleyên Artêşa Tirkiyê bû û bi dijwarî birîndar bû.
Pizîşkî da zanîn ku, piştî ew giheşte nexweşxaneyê û ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da. Aşkere kir ku, ew zaroka ligel jî birîndarbûbû.
Di heftiya borî de jî dema ku, çar welatiyên bajarê Efrînê dixwestin ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ser destê Artêşa Tirkiyê hatin êşkence kirin.