Di Komîsyona Destûra Bingehîn de pevçûn

Li Tirkiyê dema ku di komîsyona destûra bîngehin de hevdîtinên rakirina parêzbendiya parlamenterên ku fezlekêyê wan hene, dibû, pevçûn derket.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê dema ku di komîsyona destûra bîngehin de hevdîtinên rakirina parêzbendiya parlamenterên ku fezlekêyê wan hene, dibû,  pevçûn derket.

Li parlamentoya Tirkiyê civîna yekem ya guherandina xala Destûra Bingehîn ya derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên de li dar ket. Hevdîtina rakirina parêzbendiya 135 parlamenteran ku 49 jê yên HDPê ne îro bi beşdariya zêde ya endamên Komîsyona Destûra Bingehîn pêk hat. Civîn di bin serokatiya Mustafa Şentop û beşdariya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdağ pêk hat.

Şentop ji çapemeniyê xwest ku ji salona civînê çapemenî derkekeve, lê HDPyî li dij vê yekê derketin. Li ser vê yekê AKPyî û HDPyî bi hev ketin û ev şer û pevçûna di navbera wan de 40 deqîqeyan berdewam kir. HDPyî û AKPyî di civînê de bi kulm Û pehînan çûne bi ser hev de û dosye di hev werkirin. Piştî ku bi mudaxeleya polîsan çapemenî ji salona civînê hate durkirin ev helwest jî ji aliyê HDPyiyan ve hate rexnekirin û gotin ku di sala 1994an de jî helwesteke bi vî rengî hatibû nişandan ev yek wek darbeyê ye.