YPG: 83 çekdarên îslamî hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, li Efrînê di şerê bi grûpên îslamî re, 83 çekdar hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, li Efrînê di şerê bi grûpên îslamî re, 83 çekdar hatin kuştin.
Fermandariya Giştî ya YPGê di daxuyaniyekê ragihand ku, duh bêhtir ji 500 çekdarên grûpên Îslamî (Eniya el-Nusra, Ehrar Şam, Sultan Murad, Ceyş el-Sune, Feyleq Şam) bi çekên giran û tankan êrîşî xalên YPG û hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêma Efrîn û devera Şehbayê li gundên (Erfad, Berad, Eyn Deqne) kirin.
Fermandariya Giştî ya YPGê diyar kir jî, ku di encama şer û pevçûnan de 83 çekdar ji grûpên îslamî hatine kuştin, 66 term jî di destê YPGê de ne.
Herwiha daxuyaniya YPGê aşkere kir, ku 11 şervanên YPGê di wî şerî de şehîd bûn.
Ji aliyekî din ve, çalakvanên Efrînê li ser tûrên pêwendiya civakî wêneyin belav kirin, ku YPGê termên kuştiyên grûpên îslamî li barhilgiran û kolanên Efrînê re gerandin.