Zêdebûna çalakiyên çekdarî li dijî dezgehên ragihandinê
Rojnamevanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku zêdebûna çalakiyên çekdarî ji aliyê grûpên nenas ve li dijî nivîsgeh û dezgehên siyasî û çapemenî diyardeyeke neyînî ye. Herwiha tekez dikin ku ev diyarde dê sînoran ji azadiya karê ragihandinê û azadiya derbirînê re dane, nemaze ku ev diyarde di dema dawî de zêde dibe.
K24 - Qamişlo

Ji aliyekî din ve rojnamevanên Kurd dibînin ku dezgehên ewlehî yên bi ser Rêveberiya Xweser ve berpirsyatiya parastina deverê hildigirin, bo wê jî yek ji erkê wan ew e, ku çalakiyên van grûpan bişopînin û di zûtirîn dem de wan radestî dadgehê bikin.
Çend nivîsgehên ENKS û hin partiyên wê li bajarên Girkê Legê û Dirbêsiyê ji aliyê girûpên nenas ve hatine şewtandin. Herwiha navenda radyoya Arta li bajarê Amûdê, ku çalakiya dawî bû ji grûpeke nenas re rastî dizî û şewatê hat.
Di dema ku aliyên siyasî û dezgehên ragihandinê van çalakiyan şermezar dikin, çalakvan û rojnamevanên Kurd hêvî dikin, ku encamên lîkolînan ne wek herdem be û li dijî nenasekî be.