Barzanî: Berengarbûn a terorê pêdivî bi hewlek a tevalî ya navdewletîye

Duhî li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serok ê Herêm a Kurdistanê pêşwazi kir li Ceneral Jonatan Vans, Serok Erkanê Supa yê Kenadayê û şanda pê re.

K24-Hewlêr:

Duhî li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serok ê Herêm a Kurdistanê pêşwazi kir li Ceneral Jonatan Vans, Serok Erkanê Supa yê Kenadayê û şanda pê re. Di dîdarê de Serok Erkanê Supa yê Kenadayê dîdar a xwe li gel Barzanî û serdan a xwe bo Kurdistanê bi şerefek mezin da zanîn û ji bilî tekezkirin a pabendbûn û piştevanî ya welatê xwe bo gel ê Kurdistanê, ragihand ku bi paşaroj a peywendî, kar ê hevbeş û hemahengî ya herdû alêyan, gelek geşbîne. Pêzanîn ên xwe jî derbirî bo azayî û qurbanîdan a Pêşmerge û xweragirî ya gel ê Kurdistanê li şerê dijî terorîstan. Herweha got şanazîyê bi wê yekê dike ku serbaz ên welat ê wî milbimilê Pêşmerge pişikdarîyê li şikandina terorîstan dike.

 Di pişkek a dî ya dîdarê de, Serok Erkan ê Supa yê Kenadayê, Barzanî ji pêngav û plan ên welatê xwe bo berdewambûnê di hevpeymanî ya dijî Daiîş agahdar kir.
di beranber de Barzanî bi germî bi xêrhatin a şand a mêhvan kir û supasî ya gel ê Kurdistanê û Pêşmerge gihande Hikûmet a Kenadayê, ku li şerê terorê piştevan ê xelkê Kurdistanê bûne û li roj ên dijwar û derbiderîyê jî, hembêz a xwe bo xelk ê Kurdistanê vekirîne. Pesn û stayîş a hevahengî û rol a tîm ên serbazî yên Kenadayê kir li hevkarîkirin a Pêşmerge û serxweşî jî li Serok Erkan ê Sûpayê Kenadayê kir ku parsal, serbaz ên wan li şerê terorîstan qurbanî dane.
Her di vê dîdarê de behs a sedem ên tundrewî û gef ên terorê li asta cîhanê kirin û her dû alî li ser ewe hevnerîn bûn ku teror gefek a cîhanî ya giştgîre û cugrafîyayê nizane û berengarbûn a wê jî, pêdivî bi hewlek a tevalî ya navdewletîye û divê hem li rû yê serbazî û hem jî li rû yê sîyasî, abûrî, civakî û hizrî jî şer ê terorîstan bihê kirin.