Li Nisêbînê leşkerek hate kuştin û 2 polîs birîndar bûn
Li navçeya Nisêbînê ev 48 roj in, derketina derva qedexe ye û şer û pevçûnên dijwar berdewam in.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê di encama şerûpevçûnan dinav bera Yekîneyên Parastina Sivîlan(YPS) û Artêşa Tirkiyê de,leşkerek hate kuştin û 2 polîs birîndar bûn.
Îro, li bajarê Mêrdînî navçeya Nisêbînê navbera Hêzên Ewlekariya Tirkiyeyê û endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSyê de pevçûnek rû da. Endamên YPSyê bi roketan êrîşê hêzên ewlekariya Tirkiyê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin û 2 polîs birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbînê ev 48 roj in, derketina derva qedexe ye û şer û pevçûnên dijwar berdewam in. Heta niha bi sedan endamên YPSyê û hêzên ewlekariya Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane.