Îran li ser rûdan ên Îraqê hate deng
Hewêr: Wezîr ê derve yê Îranê daxwaz ji civat a nêvdewletî kir, ku harîkarî ya Îraqê bike bike dakû ji vê rewş a ne hewar biderkeve.
K24- Hewlêr
Hewêr: Wezîr ê derve yê Îranê daxwaz ji civat a nêvdewletî kir, ku harîkarî ya Îraqê bike bike dakû ji vê rewş a ne hewar biderkeve.
Mehemed Cewad Zerîf, wezîr ê derve yê Îranê, ragehand: Pêdivîye, harîkarî ya hikumet û gel ê Îraqê bihê kirin daku derbaz bibe ji wê tengije û arîşe yên hindûrî û rêyek a locîkî û eqlanî vebîne.
Ajans a nûçe ya KUNA ya Kiweyîtî, ji zar devê wezîr ê derve yê Îranê belavkirîye, ku di dem a kombûnê li gel Yan kobîç, hinartî yê taybet a Netewe yên Hevgirtî, li Îraqê, maje bi wê yekê kirîye ku mezintirîn tengije ya niha ya Îraqê, hebûn a girûp û rêkxistî yên tîroristîye di wî welatî de.
Zerîf rexne li hêz ên nêvdewletî girt û got: Nerîn a welat hêzmezin bo Îraqê, wek Îraqîyan nîne, belkû li gor berjewendî ya wane li deverê bi giştî.