Ebadî daxwaz a girtin a hêrişkar ên ser perlemanê dike

Serok wezîr ên Îraqê Heyder Ebadî evro Yekşembîyê, ferman da wezaret a hindûrî ya welat ê xwe kir ku wan kesan bigire ewê duhî hêrişkirin ser hêz êz asayîşê û endam ên Civat a Nwêner ên Îraqê.

K24 - Hewlêr

Serok wezîr ên Îraqê Heyder Ebadî evro Yekşembîyê, ferman da wezaret a hindûrî ya welat ê xwe kir ku wan kesan bigire ewê duhî hêrişkirin ser hêz êz asayîşê û endam ên Civat a Nwêner ên Îraqê.

Nîvîsîngeh a Heyder Ebadî di ragehandinekê de, evro li ser zar ê serok ê wezîran ragehand: Fermandar ê giştî yê hêz ên çekdar ên Îraqê û serok wezîr ê Îraqê, Heyder Ebadî, ferman daye wezîr ê hindûrî yê Îraqê ku wan kesan bigre ewên duhî hêrişkirin ser( hêz ên asayîşê, hewelatîyan, endam ên Civat a Nwêneran û sama ên giştî) daku bihên şandin bo dadgehê û siza ya dadperwerane ya xwe wergirin.

 Ev di demekê de ye duhî êvarî,xwepîşanderan ku piranî ya wan alîgir ê Rewt a Sedir a rêçik Şîe bûn, li Bexdayê hêriş kirin ser avahî ya perleman a îraqê, li Dever a Kesik û bo demekê dagîr kirin.

Hevdem xwepîşanderan hêrişkirin ser çend perlemantarek ên Îraqê û azardan û piştî bûyerê, hikumet a Îraqê rewş a nişkê li bexdayê ragehand.

Ev pêşhat hevdemin li gel berdewambûn a nerezayî ya xwepîşanderan li Bexdayê ku daxwaz a çaksazîyê dikin di dezgeh ên dewletê de û daxwaz a pêkhînan a hikumetek a teknokrtat dikin li Îraqê dûr ji pişkînî ya sîyasî, netewyî û rêçkînî.

Perleman a Îraqê heftî ya bûr, di danîştinekê de, bawerî da pişkek a berbijar ên serk wezîr ên Îraqê bo wergirtin a pûost ên wezarî yên hikumet a nû ya Ebadî. Lê bûyer ên duhî rêgir bûn li pêş barwerîdanê bi hemû berbijar ên serok ê wezîr ên Îraqê.