Li Rihayê karê çêkirina saetan
Ji ber ku ev karê saetan, ev karê bav û kalane ku, bi salan berdewam dikir, winda dibe ne kefxweşin. Daxwaza çêkerê saetan ew e ku, dîsa ev karê wan were asta berê.
K24-Riha
Li Girê Sora Rihayê ya Bakurê Kurdistanê pîşeya çêkirina saetan ku wextekî di nava wan pişeyên girîng de de bû. Bi pêşveçûna teknolojiyê û derketina saetên dijîtan, ev pîşe jî ber bi tunebûnê ve diçe.
Teknolojî rojbiroj pêş ve diçe û ev yek jî bandoreke mezin li ser gelek sektoran dike.Yek ji wan sektoran jî pîşeya çêkirina saetan e. Bi derketina telefonên destan ku, bûne parçeyekî jîyana her kesekî qîmetê saetan jî nehişt. Firoşkerên saetan yê li Girê Sor a Rihayê jî ji ber ku, ev pîşe winda dibe û bazara saetan êdî hew dibe bi gilî û gazincin..
Herwiha zêdebûna saetên ya li bazaran jî, rê li ber wê yekê digire ku, saetên xeradibe bo tamîrê bêne şandin û ev yek jî bandorê li ser vê pîşeyê dihêle.
Derbarê vê mijarê Çêkerê Saetan Ahmet Saatçî wiha ji K24ê re got:"Pîşeya karê saetan ji bapîrên me maye. Di wextê xwe de, bapirên min di heman dikanê de 50 salan temîra saetan dikir. 50 salin di heman dikanê de bavê min vî karî dike ji ber ku karê bav û bapîra ye em jî vi karî didomînin.Li gorî berê niha çekirina saetan kêm bûyê. Ji ber zêdebûna saetên elektronîk, bi tenê em pîlên an jî qayîşa saetê diguherînin."
Çêkirina karê saetan sebreke mezin dixwaze û berdestkar peyda nabin. Hostayê qedîm jî, ji ber van sedeman demên xwe yên dawî di vî karî de dijîn.
Derbarê vê mijarê Çêkerê Saetan Fevzî Saatçî ji K24ê re wiha axifî:"Ez li vir, 40 salin vî karê saetan dikim. Di vê demê de di karê saetan de, tiştek nemaye û hemû dever bûne saet. Pirtûkfiroş saetan difroşê, îşportacı jî saetan difiroşe ya rastî temîr nemaye. Em jî wiha îdara xwe dikin. Saet di piyasê de zêde ne û di telofona destan de jî saet heye, Ji ber vê yekê temîra wan jî nabe. Saetên elektronîk temîr nabe û saet jî erzanin dema ku xira dibin tên yekê nû dibin.
Ev teknolojiya ku, bandorêk mezin li tevahiya sektorên cîhane dike dihele ku, karê saetan jî ji binî ve ji holê rake. Herwiha firoşkerê saetan jî ji vê rewşê nerazî nin. Ji ber ku ev karê saetan, ev karê bav û kalane ku, bi salan berdewam dikir, winda dibe ne kefxweşin. Daxwaza çêkerê saetan ew e ku, dîsa ev karê wan were asta berê.