Erdogan: Şerê bajarên kurdan rê li pêşiya firotina çekan bo digre
"Di vê krîza li Sûriyeyê de, gef li ser me hene û hinek hene alîkariyê didin rêxistinên terorê, lê çekan nadin dostên xwe Tirkiyê."
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan diyar kir ku, ji ber şerê li bajarên kurdan, hinek welat çekan bi pereyan jî nafiroşin me û nadin me. Erdogan anî ziman ku, di nava wan welatan de hinek endamên NATOyê jî hene.
Erdogan diyar kir ku, pêwîste Tirkiyê ji bo xwe tişta pêwîst bike û ragihand, hinek hene ku, şer pevçûnên li bajarên Kurdan diqewimin, ji xwe re dikin bihane û hinek çekan bi pereyan jî nafiroşin me.
Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir ku, di nava wan welatan de endamên NATOyê jî hene ku, çekan nafiroşin me. Erdogan bal kişand ser krîza Sûriyê û wiha got: "Di vê krîza li Sûriyeyê de, gef li ser me hene û hinek hene alîkariyê didin rêxistinên terorê, lê çekan nadin dostên xwe Tirkiyê."