Li Edeneyê yê Tirkiyê cejna Karkeran hatin betal kirin

Salan e welatên cîhanê di yekê golane de cejna karkerên cîhanê pîroz dike, herwiha çalakiyên cor bicor encamdidin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê bi hinceta bombeya xwekûj pîrozbahiyên Yekê Gulanê hatin betalkirin.

Biryarbû îro, bi dehan saziyên sivîl û partî û rêxistin li bajarê Edeneyê qada Ugur Mumcuyê Cejna Karkeran a Yekê Gûlanê bihata pîroz bikin. Lêbelê pîrozbahiya cejna Karkeran a li Edeneyê  li ser agahiya bombeya xwekûj hate betalkirin.

Rêveberên Sendikaya Kedkarên Perwerdehiyê diyar kirin ku, wan li ser vê dazanînê şev ligel saziyên ku, dê tevlî pîrozbahiyê bibin civîyan e û biryar dane ku çalakiyên xwe betal bikin.

Salan e welatên cîhanê di yekê golane de cejna karkerên cîhanê pîroz dike, herwiha çalakiyên cor bicor encamdidin.