Gelo Tirkiyê mafên karkeran diparêz e?

Li gor amarên Saziya Ewlehiya Civakî ya Tirkiyê di nava sala 2007 û 2010an de li Tirkiyê 4 hezar û 523 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6d0bd545-8a06-4e61-939c-32d3fd0702a7/KarkerMirinLiSerKarGulan.ism/manifest

K24-Enqerê

Her çiqas 1ê Gulanê ji bo karkeran wek roja cejnê ya herî bi coş be jî di heman demê de ev roj wek roja xemgînî û bi bîranîna wan karkerên ku, li ser maf û edaletê ku, canê xwe ji dest dane di bîra her mirovekî de cih digire. Mijara herî dilsoj jî mirina wan karkeran ya li ser kar e.

Li gor amarên Saziya Ewlehiya Civakî ya Tirkiyê di nava sala 2007 û 2010an de li Tirkiyê 4 hezar û 523 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye. Li gorî amarên di sala 2015an de 1730 karkerî û di meha Adara 2016an de jî 157 karkerî li ser kar canê xwe ji dest daye.

Hejmara wan karkerên ku, li ser kar canê xwe ji dest dane ji sala 2007an heta 2010an her bi meh 94 bûye. Lê ev hejmar di sala 2015an di şûna kêmbibe her zêde bûye û her meh li dora 133 karkerî li ser kar canê xwe ji dest daye.

Karkerekî derbarê vê mijarê wiha ji K24ê re got:"Tû parastineke me ya ewlehiyê tune ye. Maskeya me jî tune ye."

Karkerê otombîlekê ku, asfaltê hildiberîne wiha ji K24ê re axifî: "Bila cejna hemû karkeran pîroz be. piştî ku herkesî mafê xwe bi dest xist pê de tû astengî tune ye."

Tiştê herî başkêş jî ew e ku, ji ber van mirinên karkeran ti carî dewlet xwe sucdar nabîne û xwediyê wan kompanyayan jî ceza nake. Wek mînak ligel ku, di sala 1992an de piştî teqîna Grîzuyê ya li bajarê Zonguldakê 263 karkerên madanê canê xwe ji dest dabûn jî ti kes nehate cezakirin. Herwiha dîsa em qala bobelata li Somayê nakin jî ku, di wê bûyera madenê de 301 karkerî di 13ê Gulana 2014an de canê xwe ji dest dabû û yek bi tenê ji erkdarê dewletê ji ber vê bûyerê ne derkete pêşberî dadgêr û nehate darizandin.

Derbarê vê babetê de, Karkerê Înşeatê wiha ji K24ê re got: "35 sal in ez vî karî dikim. Du caran min qeza derbas kir. Carekê nigê min şikest carekê jî bizmar di çavê min rabû. Em ewlehiya kar dixwazin."

 Karkerê İnşeatê Qalipçî jî wiha got:"Ji sala 1983an vir de dixebitim. Karkerên ku ji ser înşeatên me ketin û mirin hene. Ji me re cejn nîn e. Em roja cejnê jî dixebitin."

Dema ku, mirov bala dide ser wan raportên sala 2016an, ya li ser qeza û mirinên li ser kar ên karkeran hejmareke dilsojtir derdike pêşberî me. Di Rêbendanê de 115, Sibatê de 143 û di meha Adara 2016an de 157 karker li ser kar mirine. Li gorî raportê li Tirkiyê her roj bi kêmasî 524 kezayên kar pêk tên û di van her sê mehên dawîn de jî 415 karker mirine. Niha hem partiyên opozîsyon, karker û karmend û malbatên wan, sendîkayên karker û karmendan li benda hikûmetê ne ku, bersiva wan pirsan bide ku, ew karker ji ber çi li ser kar hem bê ewlene û dimirin û hisabê vê yekê nayê pirsîn û çima hikûmet mafên karkeran naparêze?