Tirsa teqînan beşdariya çalakiyên girseyî kêm dike

1ê Gulanê Roja Kedkar û Karmendan ya Cîhanî li Diyarbekirê jî hat pîroz kirin. Lê pîrozbahî, li gor salên borî gelek kêm bûye. Sedemên kêmbuyîna girseyê zêdetir bi teqînên ku di demên mîtingan de hatine teqandin û şer û aloziyên li Bakûrê Kurdistanê hat desnîşan kirin. Kêmbin jî endamên bi dehan sazî û rêxistinên sivîl, li qada îstasyonê ya Diyarbekirê çalakiya pîrozbahiyê lidar xistin.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk DBPê Kamûran Yuksek di pîrozbahiyê de, diyar kir ku him nasname û him jî keda gelê Kurd hatiye dagir kirin û bindest kirin. Yuksek, daxwaz kir ku kedkar û bindest piştgiriya bidestxistina statu û mafên gelê Kurd bikin.

Rêvebirên sendîqa û sazyên sivîl jî diyar kirin ku, ew piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd dikin û daxwaza ku demek zûtirîn rawestandina şer kirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û rêvebirên partiyên siyasî jî hatin û roja kedkar û karmendan pîroz kirin.

Çalakiya pîrozbahiyê bi pêşkêş kirina komên muzîkê xilas bû.