Grûpên îslamî Efrînê bi mûçekan armanc dikin
Grûpên îslamî gundên Efrînê bi mûşekên “Cirad” armanc dikin, kesek birîndar bû û gelek malên gundiyan ziyan dîtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên îslamî gundên Efrînê bi mûşekên “Cirad” armanc dikin, kesek birîndar bû û gelek malên gundiyan ziyan dîtin.
Li gor çalakvanên Efrînê ji K24ê re ragihandine, ku îro danê nîvro grûpên îslamî (Eniya el-Nusra, Ehara Şam, Ceyş el-Sunna) 9 mûçekên ji cura “Girad” arasteyî gundên Qitmê, Baflûn û dîkmedaşê yên ser bi Efrînê kirin.
Li gor çalakvanan ku, di encamê de kesek birîndar bû, çend mal jî beşek ji wan hilweşiyan û bi dehan malên gundiyan ziyan gihêştinê
Ji roja 28 Nîsanê ve, grûpên Îslamî bi çekên giran û tankan êrîşî xalên YPG û hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêma Efrîn û devera Şehbayê li gundên (Erfad, Berad, Eyn Deqne) kirin.
Li gor Fermandariya Giştî ya YPGê jî, ku di encama şer û pevçûnan de 83 çekdar ji grûpên îslamî hatine kuştin, 66 term ji nava wan di destê YPGê de ne. YPGê termên kuştiyên grûpên îslamî li barhilgiran kirin û li kolanên Efrînê re gerandin.

