Rûsya: Agirbesta li Sûriyê bo du rojên din dirêj dike
Artêşa Sûriyê jî dema agirbestê bo du rojan dirêj kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand ku, wan ligel Amerîkayê lihevkirine ku, agirbesta li Sûriyê bo du rojên din berdewam bike û bajarê Helebê jî bikeve bin navçeyên ku, agirbest lê vedgire.
Derbarê vê mijarê Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de hatiye ku, ew ligel Amerîkayê derbarê dirêjkirina agirbestê rêkeftinekê ku, agirbesta li Sûriyê du rojên din bidome.
Li gor daxuyaniya Wezareta Rûsyayê, danûstandin di navbera her du aliyan de berdewam in, daku agirbesta li Sûriyê bajarê Helebê jî li xwe bigre.
Ji aliyê xwe jî Artêşa Sûriyê jî dema agirbestê bo du rojan dirêj kir.
Berî niha Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, rejîma Sûriyê û Rûsyayê bajarê Helebê di meha Nîsanê de şewitandin, derbarê şerê li wî bajarî raoprekî belavkirbû, têde amarên deh rojan yê şer ragehandibû.