Rêveberiya Xweser dastûra Sûriyê amade dike

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku, rejîma Sûriyê û opozîsyona dijatiya hev dikin, lê derbarê ne çespandina mafê kurdan di destûra Sûriya nû de ew dê lihevbikin.

K24-Navenda Nûçwyan

Hevserokê Encûmena Damezrêner a Sistema Federal li Rojava û Bakurê Sûriyê kar li ser amade kirina reşnivîsa girêbesteka civakî dike.Ew reşnivîs mîna destûrekî ku, mafê hemû pêkhatiyên têde parastîbe.

Derbarê vê mijarê Hevserokê Encûmena Damezrêner a Sistema Federal li Rojava û Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm ji K24ê re wiha got: me şeş meh bo amadekariya destûrê destnîşan kirye.

Selûm da zanîn ku, ew dê daxwaz û nerînên hemû pêkhateya werbigrin, herwiha pêşinyarên wan û piştî derbasbûna şeş mehan wê rapirsîn li ser reşnivîsa destûrê were kirin.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku, rejîma Sûriyê û opozîsyona wê dijatiya hev dikin, lê derbarê ne çespandina mafê kurdan di destûra Sûriya nû de ew dê lihevbikin.