DAIŞê 2 mûşek avêtin Kilîsê: kuştî û birîndar hene
DAIŞ'ê 2 mûşek avêt bajarê Kilîsê. Di encama ketina her du mûşekan de kesekî canê xwe jidest da, 2 kesên sin jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞ'ê 2 mûşek avêt bajarê Kilîsê. Di encama ketina her du mûşekan de kesekî canê xwe jidest da, 2 kesên sin jî birîndar bûn.
Vê êvarê demjimêr 19:10 dîsa çekdarên DAIŞ'ê ji nava xaka Sûriyê ve, du mûşek avêtin bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê û mûşek li taxa Kazim Karabekir kete xwarê.
Li gorî zanyariyên destpêkê di encama ketina mûşekan de kesekî canê xwe jidest daye, 2 kesên din jî birîndar bûn.
Ji 19 çileya îsal ve ta niha di encama ketina mûşekan de li bajarê Kilîsê 19 kesan canê xwe ji dest dane