Hêz ên Pîşmerge çend hêriş ên Daişê têkşikandin

Ser ê sipêde ya evro, çekdar ên Daişê li çend qolan ve hêriş kirin ser çeper û kozik ên Pêşmerge li mihwer a Xazir, Telisquf û Başîkê. Fermandarek ê hêz a Pêşmerge ragehand: Hêz ên Pêşmerge li piranî ya qolan hêriş ên Daişê Têkşikandine û li hinek qolan jî şerr berdewame.

K24- Hewlêr

Hemîd Efendî, fermandar ê hêz a Pêşmege li mihwer a başîkê, bi malper a Kurdistan24 ragehand: Li demjimêr 5:30 ser ê sipêde ya evro,çekdar ên Daişê hêrişek a berbelav kirin ser kozik û çeper ên Pêşmerge li mihwer ên Xazir, Başîk û Telsqufê, Pêşmerge li piranî ya qolan hêriş ên Daişê têkşikandine, belê li hinek qolan şer hêj berdewame.

Got jî: Daişê hêrişek a berfireh kirn ser çeper ên Pêş,ergeyan li temam a çîya yê Başîkê, lê hêz a pêşmerge bi tundî bersiv a wan hêrişan daye û hêriş a Daişê hat têkşikandin.