Dageha Gel li bajarokê Girkê Legê 5 welatî ji zindanê berdan
Li gor biryara lêborînê hemû kesên ku, berî 4ê Nîsana borî bi tometan hatine girtin dikarin sûdê ji vê biryarê werbigrin.
K24-Navenda Nûçeyan
Dageha Gel li bajarokê Girkê Legê ya ser bi Rêveberiya xweser ve 5 girtî yên ku, berî niha bi tomatên cor bicor ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatibûne girtin berdan.
Duh, hevserokên Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Şêx Himêdî Deham El-Hadî biryara lêborîna giştî pesendkirin. Li gor biryara lêborînê hemû kesên ku, berî 4ê Nîsana borî bi tometan hatine girtin dikarin sûdê ji vê biryarê werbigrin.
weke pêngavekî bo cîbecîkirina biryara lêborînê re Dageha Gel li bajarokê Girkê Legê ya ser bi Rêveberiya xweser ve 5 girtî yên berî niha bi tomatên cor bicor ji aliyê Asayîşa Rojava hatibûne girtin berdan.
Li gor çavdêrên siyasî gelek siysetmedar, rojnamevan û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin û heta niha jî çarenûsa wan diyar re,mîna Abdulrehamn Apo, Emîr Hamid.