Pêşmerge gund ê Misqelat ji çekdar ên Daişê pakij kir

Li gor zanyarî yên nûçegihan ê Kurdistan24, li mihwer a Telsqufê hêz a Pêşmerge hêriş a çekdar ên Daişê tîkşikanîdîne û gund ê Misqelatê li nêzîk Telesqufê ji çekdar ên Daişê pakij kirine ku evro wan dize kiribûn bo nav gundî.

K24- Hewlêr

Nûçegihan ê me ji zar ê fermandar ên Pêşmerge li wê sinûrê ragehandine: Hêz ên Pêşmerge bi harîkarî ya firoke yên cengî yên hevpeyamanan hêriş  a çekdar ên Daişê têkşikadine,  Gund ê Misqelat jî ku dikeve nîzîk Telesqufê, ji çekdar ên Daişê hatîye pakijkirin ku Daişê evro dize kiribûn bo nav gundî.

Herweha nûçegihanê me ragehand ku nêzîkî 30 terêm ên çekdar ên Daişê di nav Misqelatê de bi cih man e û bi dehan ji çekdar ên wan di nav çend avahîyan de hatine dorpêçkirin û 14 Hemer û zirêpoş ên Daişê hatîne têkşikandin.

Evro ser ê sipêdeyê çekdar ên Daişê li çend qolan ve li mihwer a Telesqufê hêriş kirin ser çeper ên Pêşmergeyan, li gor axivtin ên fermandar ên Pêşmerge, hêriş ên Daişê têkşikandine  û heya nih a jî şerr berdewame.