Telesquf bi temamî hat kontirolkirin û hemû çekdar ên hêrişker ên Daişê hatin kuştin

Telesquf bi temamî hat kontirolkirin û hemû çekdar ên hêrişker ên Daişê hatin kuştin

Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand, ku hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê, Telesquf bi temamî hat kontirolkirin û hemû ew çekdar ên Daişê ew ên hêriş kirîn hatin kuştin.

Çavk ên hêz a Pêşmerge, li mihwer a Telesqufê ragehand, hêz ên Pêşmerge yên Kurdistanê evro piştî nîvro, bajar ê Telesqûf  li Rojhilat a Musilê bi temamî kontirolkirin û ji çekdar ên Dauişê pakij kirin.

Nûçegihanê Kurdistan24, liu mihwer ê Telesqufê ragehand: Piştî ku çend çekdar ên Daişê ser ê sipêde ya evro dizekiribûn bo nav tax ên bajarok a Telesqûf, hêz ên Pêşmerge  ew bajarok bi temamî ji Daişê pakijkirin.

Nûçegihan ê me got jî:li gor fermande yên hêz a Pêşmerge heya niha 110 çekdar ên Daişê di şerr ê Telesqufê de hatîne kuştin û 18 Hemer û zirêpoş û çar Şofel û bi dehan otombîl ên pîkab ên doşke helgir ên Daişê hatin têkşikandin.

Serê sipêde ya evro Çekdar ên Daişê li çend qolan ve hêriş kirin ser  çep-er ên Pêşmerge li mihwer ên Xazir, Telesquf û başîk li başûr û rojhilat a Musilê.