Colemêrg: leşkerekî canê xwe ji dest da û 3 birîndar in
Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derket, leşkerekî Artêşa Tirk canê xwe ji dest da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derket, leşkerekî Artêşa Tirk canê xwe ji dest da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
leşkerên Artêşa Tirk ku li devera gundê Aşûtê derketibûn operasyonê, rastê êrişê gerîlayên PKK hatin. Ser dirêjkirina pevçûnan hêzên hewayî jî bo herêmê hatin hinartin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di pevçûna de leşkerekî Tirk canê xwe ji dest da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li herêmê, bi piştevaniya hêzên hewayî, operasyona Artêşa Tirkiyê berdewam dike.