Li Tirkiyê Bo rakirina parêzbendiyê gaveke nû hate avêtin

Tê çaverêkirin ku, gotûbêjên li ser fezlekeyan di nava 2 hefteyan de were kirin û heger parêzbendiyên parlamenterên HDPê bêne rakirin, eger heye ku, çend parlamenterên HDPê bên zindanîkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8994b0ca-0bed-4d53-b050-526be9b6ca6b/KomcivinPartiyenSiyasiParezbendi.ism/manifest

K24-Enqerê

Di komcivînên partiyên siyasî de rojeva sereke rakirina parêzbendiya parlamenteran bû

Doh, li parlamentoya Tirkiyê bo rakirina parêzbendiyan gaveke nû hate avêtin û pêşniyaza AKPê bi dengên parlamenterên MHP, CHP û AKPê hate qebûlkirin. Di rojeva komcivînên partiyên siyasî de jî rakirina parêzbendiyan hebû. CHPê daxwaza rakirina parêzbendiyên Wezîran û Serokwezîr jî kir. HDPê jî diyar kir ku armanc rakirina parêzbendiya parlamenterên wan e.

Di komcivînên partiyên siyasî yên li parlamentoya Tirkiyê rojeva sereke rakirina parêzbendiyan bû.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu di komcivîna AKPê de koma AKPê pîroz kir ku, pêşniyaza wan doh hate qebûlkirin. Di axaftina Davutoglu de tiştê herî balkêş ew bû ku parlamenterên HDPê yên derbarê wan de fezleke heye wekî "piştevanên terorê" nirxand. HDPyîyan jî ragihand ku Davutoglu bi vê daxıuaniyê li xwe mikûr hatiye ku xuyaye bi tenê armanc rakirina parêzbeniyên parlamenterên HDPê ye.

Derbarê vê mijarê Serokwezîr

Ahmet Davutoglu wiha gotibû:"Rêxistinek hewl dide ku mizgeftan di xwînê de bihêle, nabe pêkhateyeke vê erdnîgariyê. Kesên wan diparêze jî nikare bibe pêkhatiyeke vî erdî û vî miletî. Bi tenê dikare bibe amûrekî biyanan. Em jî baş dizanin em ê çawa van amûrên biyan ji holê rakin û em tiştê pêwîst jî dikin. "

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku partiya desthilatdar derbarê rakirina parêzbendiyan de durist nîn e û mijara parêzbendiyan dike amûreke siyasetê ku bi wê gel dixwapîne. Kiliçdaroglu bangî Davutoglu kir ku parêzbendiya xwe û wezîran jî rake da ku hemû wezîrên navê wan bi gendelî û diziyê derketiye werin darizandin.

Her li ser vê babetê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha anîbû ziman:"Davutoglu dîbêje ez natirsim lê belê parêzbendiya xwe ranake. Parêzbendiya wezîran jî ranabe. Ji ber ku diz dizan diparêz in, lê belê mirovên qenc naparêz in. Niha ez bangî Davutoglu dikim û dibêjim; heger tu kesekî bi namûs be, ez dubare dikim; heger tu jî li hemberî gendeliyê be, fermo em parêzbendiya wezîran jî rakin."

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî di komcivîna partiya xwe de rexneyên giran li her sê partiyên muxalefetê girt ku bi yekdengî hewl didin vîna gel ji parlamentoyê der bikin. Demîrtaş hewldana rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPê wekî darbeyekê nirxand ku bingeha wê beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê hatiye danîn û got heger parêzbendiyên wan were rakirin dê yek parlamenterên wan jî neçin îfadedayînê û heger gel bixwaze dikare parlamentoyeke din jî ava bike.

Herwiha Hevserokê HDPê Selahattin Dermirtaş wiha axifîbû: "Niha AKP-CHP-MHP bi yekdengî dixwazin darbeyeke mayinde bikin. 3 partiyên tewş û çewt bûne yek û dixwazin partiyeke rast û durist der bikin. Navê vê ne rakirina parêzbendiyan ne, navê vê yekê derkirina HDPê ye. Navê vê yaseyê, avêtina hemû reng û cudahiyan ya ji parlamentoyê ye. Parlamento ji aliyê gel ve têne avakirin. Heger gel bixwaze dikare zêdetirîn parlamentoyan ava bike. Heger ew bixwazin em derbasî wê qonaxê bibin, ev koma ji 59 parlamenteran ve pêk tê dê li cem gelê xwe be."

MHPê jî îdia kir ku, parlamenterên HDPê piştgiriya PKKê dike bangî AKPê û CHPê kir ku, parêzbendiyên parlamenterên HDPê rakin û êdî dawî li vê meseleyê bînin. Piştî vê yekê pêşniyaza AKPê hate qebûlkirin. Dê di rojên pêş de, di komcivîna giştî ya parlamentoyê de, fezlekeyên wan parlamenteran bêne gotûbêjkirin. Tê çaverêkirin ku, gotûbêjên li ser fezlekeyan di nava 2 hefteyan de were kirin û heger parêzbendiyên parlamenterên HDPê bêne rakirin, eger heye ku, çend parlamenterên HDPê bên zindanîkirin.