Dû bîr ên petrol a Kerkûkê hatin teqandin
Rêvebr ê polîs ên qez û nahîye yên Kerkûkê û endamek ê Komîte ya Petrol û Wiz yê li parêzgeh a Kerkûkê ragehandfin: Dû bîr ên petrol ê li bîyav a Xebaze li rojav a ya Kerkûkê hatin teqandin û aşkera jî dikin ku bîrerk a dî dher li wê bîyavê hatîye bombrêjikirin.
K24- Hewlêr

Rêveber ê polîs ên qeza û nahîye yên Kerkûkê, emîd Serhed Qadir bi malper a Kurdistan24 ragehand: Demjimêr 02:00 ya şev a bûrî dû bîr ên petrol ê di bîyav a Xebaze hatin teqandin û bîrek a dî jî her li wê bîyavê hetîye bombrêjkirin.
Endam Komîte ya Petrol û Wizeyê, li civat a parêzgeh a Kerkûkê, Fûad Husên Kwêxa bi malper a Kurdistan24 ragehand: Şev a burî bîr ên petrol ên hijamre 18 û 33 li bîyav a Xebaze hatin teqandin û bîr a hijmare 3 jî hatîye bombrêjkirin û niha alî yên peywendar û polîs hewl didin bomb ên danayî li bîr a hijmare 3 pûç bikin.
Fûad Husên Kwêxa, got jî: Guman dihê kirin Daişê ev bîr ên petrolê teqandibin, çunku nêzîke ji sinûr ê Daişê û çend carar ên dî jî hewl dane bo teqandin a bîr ên petrol ê li wê bîyavê.