Pêşmerge yê Zêrevanîyê hêrişek a dî ya Daişê têkşikand
Fermande ya Pêşmerge yê Zêrevanî ya Kurdistanê ragehand: Evro sipêdeyê çeper ên Pêşmerge yê Zîrevanîyê li dû cih ên cuda ji alî yên tîroristan hatin burdûmankirin û xweşbextane hêz ên Me çi zîyan ber nekevtin û bi eger a bersivdan a Pêşmerge û burdûman a firoke yên cengî yên Hevpeymanan çend xwekuj û tîrorist hatin kuştin.
K24- Hewlêr
Fermande ya Pêşmerge yê Zîrevanî ya Kurdistanê ragehand: Evro sipêdeyê çeper ên Pêşmerge yê Zîrevanîyê li dû cih ên cuda ji alî yên tîroristan hatin burdûmankirin û xweşbextane hêz ên Me çi zîyan ber nekevtin û bi eger a bersivdan a Pêşmerge û burdûman a firoke yên cengî yên Hevpeymanan çend xwekuj û tîrorist hatin kuştin.
Frmande ya Pêşmerge yê zêrevanîyê di ragehandinekê de dibêje: Demjimêr 05:40 xulek a ser ê sipêdeyê, evro Çarşembîyê Tîrotist ên Daişê bi çek ên giran hêz ên fermandeyî ya Pêşmerge yê Zêrevanîyê li herdû gund ên Keskê û Şidoxa burdûman kirin û duv re jî tîroristan bi çendîn xwekujan hêriş kirn ser çeper ên Pêşmerge û ji alî yê qehreman ên fermandeyî ya Pêşmerge yê Zêrevanîyê û firoke yên hevpeymanan bersiveka tund hatin dan û zîyanek a mezin jî bi tîrorist ê Daişê kevt.
Fermande ya Zêrevanîyê dibêje jî: Hêz ên Pêşmerge yê Zêrevanîyê çi zîyan ber nekevtîye û di beranber de jî, bi eger a bersivdan a hêz ên Pêşmerge yê Zêrevanîyê bi hevahengî li gel firoke yên hevpeyamanan zêdetir ji 30 çekdar ên Tîroristî yê Daişê hatin Kuştin.
Ev di demekê de ye çekdar ên Daişê duhî, li çend mihweran hêiş kirin ser hêz ên Pêşmerge û girantirîn hêriş jî li mehwer ê bajarok a Telesquf bû, belê di dawîyê de Pêşmerge Telesquf kontirol kirin û li gor ragehand a serbazî ya fermandeyî ya hêz ên Pêşmerge, Daişê nekarîye li çi çeran pêşve biçe û Daişê zêdetir ji 100 kuştîyan hebûne.